Xaka Pîroz: Qadeke kombûna jinên Kurd
Her sal li Binarê Qendîlê jin bi cil û bergên Kurdî pêşengtiyê ji pîrozkirina cejna Newrozê re dikin. Îsal jî jin pêşengên pîrozkirina Newrozê bûn.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Xaka pîroz, ew xaka ku li tevahî gelên aliyên Kurdistan û cîhanê, ji bo pîrozkirina cejna Newroza Kurdî berê xwe didinê ye. Xakek azadîxwaz tije hewaya azadiyê jê tê û tê de wê hewayê digrîn. Li Binarê Qendîlê jin bi rêjeyek berbiçav tê dîtin. Amadekariyên ji bo Newroza 2726’an a Kurdî çend roj beriya 21’ê Adarê destpê kirine. Gel ji her çar aliyên Kurdistanê di 19, 20, 21’ê Adarê de ber bi Bînarê Qendîlê ve birê ketin. Dema gihîştin xaka pîroz û hevalek xala ketina qadê de pêşwaziya welatiyan kir û got: “Heval, Newroz pîroz be û hûn bi xêr hatin.’ Ev yek tevahî westana rê ji bîra mirovan dibe, gel detpêkê dema hatin berê xwe dan goristanên şehîdan. Piştre ber bi cihê pîrzobahiyê ve çûn. Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn û cejna Newrozê pîroz kirin.
Li xaka pîroz jinên ku bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûne, ji ajansa me re axivîn.
‘Bi hêviya azadî û serkeftina gelê Kurd, em vê Newrozê pîroz dikin’

Helîm Îşlek ku ji wargeha penaberan a Mexmûrê beşdarî pîrozbahiya Newroza Qendîl bûye, diyar kir ku li gel xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama bi hev re û azadiyê jinan dubare kir û got: “Ez vê Newrozê li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya û tevahî dayîkên şehîdan û welatparêzan pîroz dikim. Ev roj bi xwîna rola Kurd û gerîlayan bi dest ketiye. Ciwanên Kurd ji bo azadiya Kurdan xwîn rijandine. Ji ber wê em dikarin bi azadî Newrozê pîroz bikin. Bi hêviya azadî û serkeftina gelê Kurd, em vê Newrozê pîroz dikin.”
‘Destpêkê min serdana goristana şehîdan kir’

Çalakvan Dîmen Mihemed ji bajarê Kerkûkê beşdarî pîrozbahiyê bûye, cejna Newrozê li hemû Kurdan pîroz kir û got: “Ev cara yekem e ez beşdarî vê pîrozhbahiyê dibim. Bi ruhê bihverebûna gelan me berê xwe daye xaka pîroz da ku bikaribin ji nêz ve agirê Newrozê pêxin û moralê gel û havalan bibînin. Pîrozkirina Newrozê li Qendîl ji bo me gelek bi wate ye. Destpêkê dema hatim, min serdana gorsitana şehîdan kir. Me peyama xwe ya berdewamiya doza wan dubare kir. Min azadî hîs kir. Dema mirov tê vê derê, vê xaka pîroz dibîne. Soza berdewamiya têkoşînê ji bo bi destxistina mafê xwe wek jinekê didin. Berê di salên 80’yî de ji tirsa rejîma dagirker me nedikarî pîrozbahiyê eşkerayî bikin. Em ber bi navçeyên derdorê ve diçûn da ku agirê Newrozê pêxin û wek cejnek Kurdî pîroz bikin. Lê belê niha wek jinek azad em hatine, Newrozê li Qendîla azad pîroz dikin.”
‘Jin bi cil û bergên Kurdî çanda xwe diparêzin’

Xurbet Mehmûd ku ji wargeha penaberan a Mexmûrê hatiye Binarê Qendîlê wiha got: “Em bi cil û bergên Kurdî hatine Newroza îsal pîroz dikin. Wek hûn dibînin jin bi cil û bergên Kurdî ji aliyên cûda yên Kurdistanê beşdar bûne. Şoreşa kezî jî nîşan da ku jin yek in. Rola jinan gelek baş tê dîtin. Jinan çanda xwe di vê prîzobahiyê de bilind kirine.”
‘Tevî rêgiriyê jinan agirê Newrozê pêxistin’

Çalakvana jin Dilsoz Zengene ku ji bajarê Silêmanî hatiye, bi ruhê bihevrebûnê beşdarî Newroza 2726’an a Kurdî ya Qendîlê bû, diyar kir ku li tevahî aliyên Kurdistanê jin beşdar bûne, ji welatên derve jî welatî beşdar bûne û got: “Bi rêya neteweya gelê Kurd, karîne Newroza îsal pîroz bikin. Azadî û bihevrebûna gelan bi xwîna şehîdan bi dest ketiye. Her wiha di 20’ê Adarê de desthilatan ji ber sedemên siyasî li Silêmanî rêgirî li pêxistina agirê Newrozê kir. Lê belê welatiyan li binarê çiyayan û bi pêxistina meşaleyan û gelek cihên din Newroz pîroz kirin û agirê Newrozê pêxistin. Em jin û gelê Kurd hatin Binarê Qendîlê û em Newrozê pîroz dikin, wek dibînin baran tê û sar e, lê em nasekinin. Di vê pîrozbahiyê de rola jinan heye. Jin her tim ji bo azadiyê têdikoşin.”
‘Em jin parêzvanên çanda Kurdî ne’

Helfa Tarya ku ji Mexmûrê serdana Binarê Qedîl kiriye, wiha got: “Wek jinekê ez beşdarî Newroza Qendîlê bûme. Ez bi cil û bergên Kurdî hatime da ku agirê Newrozê pêxin û kelecana gel tevî astengiyan hate dîtin. Em jin parêzavnên çanda Kurdî ne.”